Mesrûr Barzanî 9 kreş û avahiyên nû yên dibistanan vekirin

Mesrûr Barzanî 9 kreş û avahiyên nû yên dibistanan vekirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Hewlêrê 9 kreş û avahiyên nû yên dibistanan vekirin. 

Mesrûr Barzanî îro sêşemî 26.11.2024 li Hewlêra paytext di dema vekirina 9 baxçeyên zarokan û dibistanên nû de daxuyanî da. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî vekirina dibistana amadeyî ya Ehmed Rêkanî, serdana beşên wê kir û got: “Di çarçoveya bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pêşxistina sektora perwerdeyê, avakirina dibistanên nû û çaksazkirina gelek dibistanên din, ev dibistan ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye avakirin û çendên din jî ji aliyê sektora taybet ve hatine avakirin, em bi nûnerî tev li vekirina gelek kreş û dibistanên nû dibin.”

Serokwezîr spasiya mamostayên Kurdistanê kir ku di rojên dijwar de dest ji pêvajoya xwendinê bernedan, bi dilsozî erkên xwe bi cih anîn û xwendekaran ji xwendinê bêpar nekirin.

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Piştî hilbijartina serkeftî ya Herêma Kurdistanê, em hêvîdar in ku di zûtirîn dem de hikûmeteke nû, bihêz û xizmetguzarî ava bikin û xizmet û bernameyên xwe di warê perwerdeyê de berdewam bikin.”

 

 

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.