Civîna yekem a dewra 6em a Parlamentoya Kurdistanê diyar bû
PeyamaKurd – Berdevkê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dema lidarxistina yekemîn civîna dewra 6em a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di kongreyeke rojnamevanî de ku îro li dar xist ragihand, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî roja 02.12.2024an yekem civîna dewra 6em a Parlamentoya Kurdistanê dê bê lidarxistin.
Dilşad Şehab diyar kir ku ji bo avakirina kabîneya 10em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wan bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîne û wiha got: “Aliyên siyasî amade ne ku di hilbijartinan de sozên ku dane gel pêk bînin.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, piştî ku encamên hilbijartinan bi fermî ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve werin pesendkirin û roja yekem a civîna parlamentoyê were diyarkirin, dê partî dest bi civînên pêkanîna hikûmetê bikin.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.