Li Dêrsimê protestoyên qeyûm: 4 kesên binçavkirî hatin girtin
PeyamaKurd – Li Dêrsimê 4 kesên ku danê sibê di serdegirtina malan de ji ber çalakiyên qeyûm hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Di 22yê mijdarê de bi biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatibûn kirin.
Li Dêrsimê Sezaî Aksûrek û Fethî Kaykaç di 24ê mijdarê de tev li protestoyên tayînkirina qeyûm a bo şaredariya Dêrsimê bûbûn, hatibûn binçavkirin.
Li Dêrsimê di serdegirtina malan de Şiyar Ataş, Aynur Can, Velî Akyol, Enes Boran danê sibehê ji ber protestoyên qeyûm hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.
Şiyar Ataş, Aynur Can û Enes Boran tevî endamê Federasyona Meclîsên Sosyalîst û Komeleya Çand û Xwezaya Dêrsimê Velî Akyol hatin girtin û sewqî dozgeriyê hatin kirin û piştre hatin girtin.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.