Hin herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan wekî ‘Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî’ hatin îlankirin

PeyamaKurd – Walîtiya Şirnexê ragihand ku ji 12ê Nîsana 2025an û pê ve, ji bo 15 rojan, hin herêmên navenda bajar û navçeyên Şirnexê wekî "Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî" hatine îlankirin.
Li gorî daxuyaniyê, ev biryar “ji bo misogerkirina ewlekariya neteweyî, parastina asayîş û nîzama giştî, pêşîgirtina li sûcan, dabînkirina maf û azadiyên bingehîn, rêgirtina li tundiyê û her cûre rewşên neyînî hatiye wergirtin.”
Herêmên ku ev tedbîr lê hatine sepandin ev in: Bestler Dereler (navenda Şirnexê), Çiyayê Gabarê (navend û Gûçlûkonak), Çiyayê Cûdî (navend, Silopî, Cizîr), Çiyayê Kurt (Silopî û navend), Kelmehmetler-Donmezler-Kovankaya, Tahtareş, Încebeldağlari (Bêşebab) û Oymakaya (di nav sînorên Altindağlari, Bêşebab û Qilabanê de).
Ev qedexe heta 26ê Tebaxa 2025an (tevî vê tarîxê) dê berdewam bike. Armanc jê parastina welatiyan ji metirsiyên mihtemel ên ji hêmanên neqanûnî û girtina tedbîrên pêwîst e.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




