Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîmên Dihok û Zaxoyê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîmên Dihok û Zaxoyê kir

PeyamaKurd – Tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê yên Herêma Kurdistanê duh êvarî di maça fînala Kûpaya Iraqê dehatin pêşberî hev. 

Tîma Dihokê bû şampiyon û ya Zaxoyê jî bû duyemîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê Xê ev serkeftin pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez pîrozbahiyê li tîmên Dihok û Zaxoyê dikim ku di Kûpaya Iraqê de kûpaya yekem û duyem bi dest xistinr. Hêvî dikim serkeftinên wan berdewam bin, ji ber ku ya herî giring serkeftina Kurdistanê ye.”

 

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.