Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li hikûmet û gelê Azerbaycanê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma vekirina Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (COP29) de bi gelek serok û serokdewletan re civiya.
Nêçîrvan Barzanî piştî ku doh Sêşemê 12.11.2024 li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev gihîşt Bakuyê, beşdarî merasima vekirina COP29 bû.
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoweya kongreya gûhertina avhewayê ya NY de, li gel berpirs û dîplomatên navdar ên cîhanê civiya.
Di lûtkeya ku tê plankirin heta 22yê mehê dewam bike de, wê çawaniya parastina erdê ji bandora guherîna avhewayê û çawaniya rûbirûbûna xetereyên wê were axaftin.
Nêçîrvan Barzanî tevî serokwezîrên dewlet û hikûmetê beşdarî şîva ku ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê ve ji bo mêvanên COP29 hatibû amadekirin bû.
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî X (Twittera berê) daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ez spasiya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev dikim ku ji bo dawetiya beşdariya COP29ê. Ez Hikûmet û gelê Azerbaycanê pîroz dikim ji ber ku mazûvaniya dilsoziyek bi xêr û astek bilind kir."