Qonaxa yekem a projeya ava awarte ya Hewlêrê temam bû

Qonaxa yekem a projeya ava awarte ya Hewlêrê temam bû

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku qonaxa yekem a Projeya Awarte ya Ava Hewlêrê bi serkeftî bi dawî bû. Ev projeya ku bi budçeyeke 480 milyon dolarî hatiye fînansekirin, armanc dike pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê li bajarê Hewlêrê çareser bike.

Li gorî Nivîsgeha Medya û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê proje bi fermî ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve  hatibû destpêkirin. Qonaxa yekem saetekê 10,000 metreçargoşe ava paqij, ku li gorî pîvanên navneteweyî hatiye fîltrekirin û paqijkirin, dê ji 20 taxên Hewlêrê re peyda dike.

Tê payîn ku proje di qonaxa xwe ya dawî de hilberîna avê bigihîne 20,000 metreçargoşe. Berê, her sê projeyên avê yên Hewlêrê bi giştî 10,000 metreçargoşe av peyda dikirin, lê ev projeya nû du qat zêdetir avê hildiberîne û tê plankirin ku heta 30 salên bê hewcedariya Hewlêrê bi avê nemîne.

Qonaxa duyem a projeyê jî tê payîn ku di meha Mijdara 2025an de biqede û ava paqij bigihîne taxên din ên Hewlêrê.

Ev proje weke gaveke giring ji bo baştirkirina jiyana welatiyan û misogerkirina gihîştina ava vexwarinê ya paqij tê nirxandin.

Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.