Qubad Talebanî: Me bi PDKyê re têgihiştineke hevpar peyda kiriye

Qubad Talebanî: Me bi PDKyê re  têgihiştineke hevpar peyda kiriye

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di korbenda aborî ya Delphiyê ya li Yewnanîstanê de got, avakirina kabîneya nû ya hikûmetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) “pêvajoyeke ne hêsan e”.

Wî da zanîn ku armanc ew e ku beriya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê (11ê Mijdara 2025) kabîne bê avakirin û wan bi PDKyê re têgihiştineke hevpar peyda kiriye. 

Qubad Talebanî herwiha ragihand ku konferansa aboriyê ya li Delphiyê dê 18-19ê Gulanê li Silêmaniyê bê lidarxistin û Yewnanîstan dikare di warê tûrîzm û çandiniyê de ji bo Kurdistanê bibe mînak.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.