Serok Barzanî li ser hevdîtina Erdogan û heyeta Îmraliyê daxuyanî da

Serok Barzanî li ser hevdîtina  Erdogan û heyeta Îmraliyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî hevdîtina dawî ya şanda Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan nirxand û got ku ev têkilî gaveke erênî ye.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ev bipêşketin dikare bibe alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi salan e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewimin û bibe bingehek bihêz ji bo vejandina pêvajoya aştiyê.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesaba Xê ya medyaya civakî derbarê hevdîtina Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de daxuyaniyek da.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hevdîtina şandeya Îmraliyê û Serokkomar Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêkan gaveke erênî û hêvîbexş e û ji bo bipêşvebirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî bingeheke bihêz e.”

Çi qewimîbû?

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh pêncşemê li Kulliyeya Serokomariyê bi şanda Partiya DEMê re civiya.

Di şandeyê de Parlamentera Wanê ya Partiya DEMê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî hebûn.

Hevdîtina Erdogan a bi heyetê re ku piştî 13 salan pêwendiya wî ya yekemîn e, saetek û 25 deqîqeyan dewam kir.

Di civînê de Birêveberê MÎTê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala jî amade bûn.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.