Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Îro şemiyê (9ê mijdara 2024an) li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Japonyayê yê li Iraqê Futoshi Matsumoto kir.
Di hevdîtinê de ku di çarçoveya serdana xatirxwestinê ya balyozê Japonyayê yê li Iraqê ji bo Serok Barzanî pêk hat ku erka wî bi dawî bû. Balyozê Japonyayê pêzanînên xwe ji bo têkoşîn û qurbanîdana Serok Barzanî anî ziman û rola gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina azadiyê bilind û rola Serok Barzanî di qonaxên curbicur ên dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê û proseya siyasî li Iraq û Kurdistanê bilind nirxand.
Her di hevdîtinê de ronahî xiste li ser dîroka bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û tekoşîn û berxwedan û teslîmnebûna gelê Kurdistanê û ya Serok Barzanî û bal kişand li ser wê yekê ku doza gelê Kurdistanê tu carî paşve naçe.
Di beşekî din ê hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina têkeliyên navbera gelê Kurd û Japonyayê yên di warên curbicur de kirin.
Rewşa siyasî ya Iraq û herêmê jî aliyekî din ê hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Japonyayê yê li Iraqê bû.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.