Serokwezîrê Iraqê Sûdanî wê îro li Hewlêrê be

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî wê îro li Hewlêrê be

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî wê îro were Hewlêrê û li ser hinardekirina petrolê, avakirina kabîneyê, serjimêrî, bûdce û mûçeyên karmendan gotûbêj bike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê sibe roja Çarşemê 13.11.2024 demjimêr 09:00ê sibê li Hewlêrê bi Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.

Herwiha hat zanîn ku di hevdîtinên Serokwezîr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê de, mijara serjimêrî û pêşniyarên derbarê pirsa Herêma Kurdistanê de were gotûbêjkirin.

 
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.