Wezîrê Navxwe: Hilgirtina çekên bê molet li Herêma Kurdistanê kêm bûye

Wezîrê Navxwe: Hilgirtina çekên bê molet li Herêma Kurdistanê kêm bûye

PeyamaKurd – Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku hilgirtina çekên bê molet kêm bûye û lêkolîn li ser bûyerên kuştinê tê kirin. 

Wî got, di meha Remezanê û derveyî wê de bûyerên tundiyê çêbûne, ji ber vê yekê civînek hat kirin û pêşniyar ji bo tevdîran hatin amadekirin. 

Biryar e ku konferanseke giştî bi beşdariya wezaretên peywendîdar bê lidarxistin. 

Rêber Ehmed rexne li çapemeniyê kir ku bûyerên neyasayî belav dike û daxwaz kir ku ev yek bê rawestandin. 

Wî herwiha diyar kir ku qaçaxçitiya çekan niha bi giranî li ser medya civakî tê kirin, lê polîs û asayîş gelek kes desteser kirine û yasa rê nade ku çek bê destûr bê hilgirtin.

Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.