Demokrasîya xewn û rastîya li Sûrîyê

Demokrasîya xewn û rastîya li Sûrîyê

PeyemaKurd- Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di dawîya sala 2024an de, Sûrîyeyî bi hêvîyên azadî, edalet û demokrasîyê li pêşerojeke nû dinihêrîn. Lê belê, ev hêvî zû ji holê rabûn. Tirkîye li Sûrîyeya piştî Esed wek lîstikvaneke sereke derket pêş, lê ne wek piştgira gelê tevahiya Sûrîyeyê. Tenê wek hêzeke pragmatîk ku ji alîyê berjewendîyên teng ên neteweyî, lihevkirinên herêmî tevdigere.

Wekî mînak, li hember komkuijiyên beravên Sûriyê yên ser Elewîyan û êrîşên ser Durziyên Siwêdayê bêdengî hilbijart û heta xwest hikûmeta Ehmed Şera û komên girêdayî wî ji van tawanan berpirsiyan nebîne. Tirkîye li Sûrîyeyê ne li gorî prensîban, lê li gorî berjewendîyên xwe tevgeriya û bi vî awayî jî hêz bi dest dixist ku dixwaze niha jî komên Kurd li derveyî avakirina siyasî ya Sûriyê bihêle. Van rojên dawî jî Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî bi binpêkirina peymana 10ê Adarê ya bi Ehmed Şera hatibû îmzekirin tawanbar dike û hewl dide, entegrasyoneke bê şert û merc û destkeftiyên Kurdan pêk were.

Helwesta Tirkîyeyê ya li hember Kurdên Sûrîyeyê

Helwesta Tirkîyeyê ya li hemberî Kurdên Sûrîyeyî bi taybetî heta niha cihê fikaran bû. Enqere her çend ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di şerê li dijî DAIŞê de hevkarê sereke yê cîhanî bûn jî, wê her tim wek şaxeke Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi nav kir. Ev nêrîn bandor li sîyasetên wê yên li Sûrîyeyê kir. Tirkîye bi mebesta ku hebûna Kurdan a li ser sînorê xwe lawaz bike û pêşî li avakirina herêmeke otonom a Kurd bigire, operasyonên leşkerî li dar xist û piştgirî da komên Îslamîst.  Herwiha bi vî awayî xwest xewnên Kurdên Sûrîyeyê yên ji bo pêşerojeke siyasî ya aram ji holê rabike. Proseya ku niha li Tirkiyê bi PKKê û Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin, bi vê mebestê tê meşandin. Yanî Tirkiye di serî de dixwaze statuyeke fermî û naskirî ya Kurdên Sûriyê asteng bike ku hewlên xwe heta niha jî bi rêya rêveberiya veguhêz a Sûriyê berdewam dike.

Rasterast bi çekdanîna PKKê ve girêdayî ye

Ev sîyaset rasterast bi prosesa danûstandinên çekdanînê ya PKKê re girêdayî ye. Tirkîyeyê her çend ku di dema proseya çareserîyê ya di salên 2013-2015an de gavan avêt jî, bi tu awayî ji dil nebû. Nêrîna wê ya li hemberî Kurdên Sûrîyeyî, bi taybetî serkeftinên YPGê yên li dijî DAIŞê, bûn sedema rawestandina vê proseyê.

Bandora daxuyanîyên Mazlum Ebdî

Daxuyanîyên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û Fermandarê Giştî Mazlum Ebdî vê rastîyê derdixin holê. Ebdî gelek caran destnîşan dike ku nêrîna neyînî ya Tirkîyeyê ya li hemberî HSDê, ewlehiya herêmê dixe xeterê û astengîyan derdixe pêşîya çareserîyên siyasî. Ebdî bi taybetî balê dikişîne ser ku operasyonên Tirkîyeyê yên li bakurê Sûrîyeyê, pêşî li têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞê digirin û rê li ber dîyarkirina çarenûsa herêmê digirin. Dîyar e ku Enqere li ser berjewendîyên xwe yên neteweyî, li ser ewlehîya herêmê û pêşeroja gelê Sûrîyeyê dixebite.

Sîyaseta Tirkîyeyê ya Sûrîyê

Di encamê de, helwesta Tirkîyeyê ya li Sûrîyeya piştî Esed, nêzîkî helwesteke pragmatîk bû ku di navbera berjewendîyên neteweyî yên teng û danûstandinên herêmî de diçû û dihat. Dema ku Tirkîyeyê piştgirî da serokê demkî Ehmad el-Şera, "qadên ewle" veguherand ser herêmên kontrola xwe ya sîyasî û leşkerî û prensîbên azadî û demokrasîyê paşguh kir. Ev sîyaset rasterast bi proseya çekdanîna PKKê re girêdayî ye û nîşan dide ku Tirkiye tu carî li pişt çareserîyeke siyasî ya bi Kurdan re nebûye, hem li Sûrîyeyê û hem jî li Tirkîyeyê.

Lê belê dîsa jî dibe ku Tirkiye di proseya çekberdana PKKê û çareseriyeke li bakurê Kurdistanê de, helwesta xwe ya li hember rêveberiya Rojavayê Kurdistanê biguherîne, ango siyaseteke nermtir ya demdirêj bide ber xwe.

Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.