Îran bi rêya tunelên Hizbullahê dixwaze bi hezaran çekdar bişîne sînorên Lubnan-Sûriyê
PeyamaKurd – Li demeke ku bersiva Îsraîlê ya bo moşekbarana Îranê tê nîqaşkirin û di encama êrîşên jiholêrakirina serkirdeyên Hizbullahê de, Lubnan jî piştî Xezeyê dibe qada şer, Îran jî hewldanên li ser hêzên wekîl berdewam dike.
Îran hewl dide bi hezaran çekdaran bişîne
Herî dawî malpera El Hura’ya cih daye nirxandin û zanyariyên medyaya Amerîkî û diyar kiriye, “Îran hewl dide bi hezaran çekdaran bişîne sînorên navbera Lubnan û Sûriyeyê ".
Tê diyarkirin, "Di 2 mehên borî de bi hezaran çekdar bi rastî ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bûne" û di heman demê de hatiye bibîrxistin ku Tehran "hewl dide hêza xwe ya bersivandinê xurttir bike".
‘Îran ji bo wekîlên xwe şer nake, lê wekîl ji bo wê şer dikin’
Herwiha berpirsekî berê yê Pentagonê, gerînendeyê bernameya ewlehiyê ya Rojhilata Navîn ê navenda ewlehiya amerîkî ya nû Jonathan Lord gotiye: "Îran ji bo wekîlên xwe şer nake lê wekîlên wê ji bo wê şer dikin".
‘Wê milîsên ji Iraqê bi rêya tunelên Hizbullahê derbas bibin’
Wî berpirê Amerîkî ji ajansa Bloomberg re daye zanîn, Îran "hewl dide bi hezaran çekdaran derbasî sînorên di navbera Sûriye û Lubnanê de bike".
Çavkaniya ku navê xwe nedaye jî daye zanîn, "Iraq dê ligel Sûriyeyê veguhere korîdorên sereke yên Hizbullahê ku toreke tunelan li ser sînorên Sûriye û Lubnanê ava kirine û hin fermandarên wê bi rêya wan tunelan derbasî Sûriyeyê bûne."
Îran ji ber ku dizane bi ser nakeve naxwaze tevlî şer bibe
Şêwirmenda kar û barên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya koma aloziyên navneteweyî Dina Esfandiary jî gotiye, Îran dê neçar bibe bersivê bide û di heman demê de diyar kiriye ku pergala Îranê "Naxwaze tevlî şerekî bibe ku dizane tê de bi ser nakeve, ji ber wê divê bertekên xwe baş binirxîne".
Ev nivîs 10764 car hatiye xwendin.