Li Sûriyê nakokiyên navbera komên girêdayî Tirkiyê her diçe zêdetir dibin

Li Sûriyê nakokiyên navbera komên girêdayî Tirkiyê her diçe zêdetir dibin

PeyamaKurd – Nakokiyên navbera komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştgiriya wan dike, li herêmên dagirkirî her diçe zêdetir dibe.

Bi taybet piştî destpêkirina proseya normalîzekirina têkiliyên Enqere-Şamê gelek komên çekdar û alîgirên wan li dijî asayîbûnê ne û bi vekirina deriyê Ebû Zindênê yê bi hikûmeta Şamê re nakokî hîn zêdetir bûne.

50 hezar çekdar herêmê kontrol dikin

Li gorî zanyariyên çavkaniyên ji herêmê, Tirkiye dixwaze hejmara komên çekdar kêm bike û Efrînê bide herdu komên Hemzat û Emşatê ku li Efrînê bi binpêkirinên tund ên mafên mirovan têne naskirin.

Çavkanî diyar dikin ku li Efrînê niha bi qasî 30 komên cuda hene û bi giştî 50 hezar jî çekdarên wan hene.

Tirkiye dixwaze Efrînê bide du koman

Ew komên çekdar ji bilî Efrînê li herêmên bakurêrojhilatê Sûriyê di bin banê artêşa Tirkiyê de kar dikin û niha di navbera wan de nakokiyên mezin derketine ku hem li ser bacan hem jî li ser dahatên din ên herêmê û deshilatê li hev nakin.

Li gorî nûçeya Syria TVyê, Tirkiye dixwaze Efrînê bi temamî bixe kontrola komên Emşat û Hemzat yên tirkmen û ji bo vê yekê jî ketiye tevgerê.

Koma ku 2022yan ji Efrînê hatibû derxistin jî dixwaze vegere

Herwiha Cebhe Şamiye jî dixwaze vegere navçeyên Efrînê ku sala 2022yan ji dest dabû ku bi beşdarbûna koma Siqûr Şemal jî hêza xwe xurt kiriye.

Hêjayî gotinê ye, sala 2022yan komên Emşat, Hemzat û Heyet Tehrîr Şamê li dijî Cebhe Şamiyê û Ceyş Îslam Şer kiribûn û Cebhe Şamiye wê demê ji Efrînê derxistibûn.

Ji ber van nakokiyên heyî rewşa herêmê her diçe aloztir dibe û komên navborî hem êrîş û binpêkirinên li ser kesên mihacirên li herêmê hatine bicihkirin hem jî li ser Kurdên Efrînê zêde bûne.

Li gundên Kurd û mihaciran êrîşên çekdaran zêde bûne

Herî dawî jî ji ber xelkê gundê Kaxerê yê Efrînê li dijî ferzkirina bacan û bi darê zorê wergirtina pereyan derketibû hate dorpêçkirin û di êrîşa çekdaran a ser jinên nerazîbûn nîşan dan jî bi kêmî 15 jin bi gule û lêdanê hatibûn birîndarkirin.

Ev nivîs 19173 car hatiye xwendin.