PDK ji hilbijartinên 20ê Cotmehê re amade ye: Bernameya 4 salan hate eşkere kirin
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku bi lîsteya 190 beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmehê dibe, bernameya xwe ya ji bo 4 salên bê eşkere kir. PDK bi peyam û bernameyeke zelal beşdarî hilbijartinên parlamentoyê dibe û wek yekane alîyê siyasî ye ku nêrîna xwe ya ji bo çar salên pêş diyar kiriye.
14 peyam û bernameyên cuda
PDK di çar salên bê de, armanc dike bi rêya 14 peyam û bernameyên cuda xizmeta gelê Kurd bike û avedaniyeke zêdetir pêşkêşî xelkê bike.
Di warê aborî, îdarî û çaksaziyê de, karê herî girîng ê lîsteya PDKê dabînkirina mûçe ye. Di vê çarçoveyê de hemû hewlên xwe dide û bi ti awayî rê nede ku mûçexwarên Kurdistanê ji mafên xwe bêpar bimînin. PDK li ser dabînkirina bûdce, mûçe û hemû mafên darayî yên Herêma Kurdistanê rijd e. Tekezî li wê jî dike ku bi hevahengî li gel hikûmeta federalî dê hewl bide ku mûçeyên karmendên Kurdistanê weke Iraqê be.
Dê proseya çaksaziyê berdewam be
Xaleke din a bernameya PDKê, berdewamkirina proseya çaksaziyê û derxistina yasa û rênimayên pêwîst bo rûbirûbûna gendeliya aborî û îdarî û herdirkirina çavkaniyên giştî ye. Di vî warî de PDK berdewamiyê dide çaksaziya sektora aborî û pirrengkirina çavkaniyên dahata navxweyî, bi awayekî ku tenê xwe nespêre sektorek taybet û veberhênana derve û navxweyî jî han dide.
Şopandina şefafiyet û zelalbûna dahatan
Di vê çarçoveyê de, bernameyeke din a PDKê şopandin û domandina rênima û yasayên ku ji bo şefafiyet û zelalbûna dahat û xerciyan hatine derxistin e û yasa, rênima û sererastkirinên din ji bo dabînkirina vê şefafiyê misoger dike.
Ji aliyê îdarî ve qanûnî yên ji bo kêmkirina rûtînên burokrasiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de jî, kar ji bo elektronîkirina berfireh a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Bi awayekî dadperwerî danîna projeyên geşepêdanê
Di pêşketina bajar, bajarok û gundên Kurdistanê de, PDK di hemû war û sektoran de, bi berçavgirtina prensîpa dadperwerî, projeyên geşepêdanê didomîne.
Ji bo hemû ciwanan peydekirina derfetên wekhev
Dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanan û derçûyên zanîngeh û peymangehan û nehîştina her cure cudakariya di vî warî de, peyameke din a PDKê ye û li ser bingeha welatîbûnê, derfetên wekhev ji bo hemû ciwanên Kurdistanê peyda dike.
Ev nivîs 62318 car hatiye xwendin.