Rûs bawer dikin ji ber 3 sedeman ‘şerê dirêj bûye’ qezenc bikin!

Rûs bawer dikin ji ber 3 sedeman ‘şerê dirêj bûye’ qezenc bikin!

PeyamaKurd - Pêvajoya nû ya perdehesinê ya li Rûsyayê, bi qasî serdema ‘Şerê Sar’ dijwar e. Lê belê Rûs bawer dikin ku ji ber sê sedeman şerê dirêj bûye qezenc bikin.

Êrîşên leşkerî yên vê dawiyê yên Ukraynayê, hêviyên gelek pisporan ên derbarê serketina Rûsyayê di şer de vala derxistin. Heta piştevanên rojavayê yên Ukraynayê jî ji serkeftinên rojhilatê Kharkivê şaş man.

Ukraynayê di nav du hefteyan de, zêdetirî erdên ku Rûsyayê di 6 mehan de xistiye kontrola xwe, ji nû ve vegerand ser axa xwe. Pisporên rûsî jî ligel vê serkeftina Ukraynayê jî çîrok û şîroveyên hincetnîşandana rewşa giştî ya dinyayê derdixin pêş.

Opozîsyona naxweyî ya Rûsyayê ku dijî şer e, bi awayekî xedarî hat çewisandin. Heta ji hin aliyên xwe ve, ev proseya nû ya ‘perdehesinê’ ji serdema ‘Şerê Sar’ jî zêdetir hat zexmkirin.

Dîsa jî ji bo em dahatuya siyaseta dinyayê fêm bikin, divê em guh bidin pêşengên rûsan bê çi difikirin û li 3 çîrokên ku li ser sedemên ‘serkeftina Rûsyayê di dema dirêj de’ dibêjin, bibînin.

1- Rojava qels û bê qîmet e!

Di nav pêşengên rûsan de, îdiaya herî berbelav ew e ku demokrasiyên Rojavayî di piştgiriyeke tam a bo Ukraynayê de newêrek in.

Bawer dikin ku bi stratejiya niha ya Rûsyayê re, wê Moskowa li benda welatên Rojava bimîne ku biwestin û nakokîyên wan zêde bibin. Li gorî elîtên rûsan, Pûtîn difikire ku welatên Rojavayî lawaz bûne û piştî demekê jî wê ji şer aciz bibin û neçar bimînin paşde gav bavêjin. 

Bêguman bandora bêîstiqrariya niha li ser siyaseta Rojava çêbû. Di nav 7 mehên şerê Pûtîn ê dagirkirina Ukraynayê de, Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson dest ji kar berda. Serokwezîrê Îtalyayê Mario Daraghi îstifa kir, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piraniya parlamenê ji dest da û partiya Serokê Amerîka Joe Biden jî di hilbijartinên nîvdemî de, xwe ji windabûnê re amade dike.

Her çiqas Rûsya ji pêşandana hevkariya NATO ya bi Ukrayna re, şaşmayî bûye jî, gelo Pûtîn bi bendewarbûna hilweşîna vê piştgiriyê şaşiyê dike?

Bersiva vê pirsê teqez belê ye. Lewra hêzeke ku ji bo rê li ber biryardariya Rojava bigire, dibe alîkar heye. Ew jî Rûsya bi xwe ye.

Herwiha bi dirêjbûna şer re, stratejiya ku Pûtîn daniye jî vê yekê piştrast dike. Ji xeynî rêyên ku Rojavayiyan hêrs bike pê ve, ti bijardeyeke din a Pûtîn ku ji bo piştevaniya gelê xwe berdewam bike nîne.

2- Wê Çîn bibe rehê jiyanî bo Rûsyayê

Çîrokeke din a elîtên rûsî jî wiha ye; dema pirsên derbarê hêza reqabetê û guhertinên teknolojîk de tên pirsîn, her ku dorpêçên Rojava zorê bidin jî, nêzîkatiyeke ku wê Çîn bibe ‘şovalyeya reş’ a rizgarkirina Rûsyayê ye.

Rûs bawer dikin ku wê Çîn ji bo tanzîmkirina ziyanên derbên demkurt ên ku Rûsyayê ji dorpêçan xwarine, bibe alîkar.

Li gorî vê çîrokê, her çiqas deh salên pêşiya me zehmet be jî, heta 2032yan wê Amerîka nikaribe xeta Çîn-Rûs bide rawestandin.

Dengê wê wekî pêwendiyeke hêsan tê ber guhan! Lê bi domdarbûna şer re, hin sînorên stûr ên vê dostaniyê jî derketin holê. Kompaniyên Çînî li hember dorpêçên Amerîkayê ji bo piştevaniya çekan a Rûsyayê bi dilxwazî tevnegeriyan.

Ligel hemû nakokiyên aborî û têkoşîna navbera Çîn û Amerîkayê jî Çîn ji ber bandorên şerê Rûsyayê naxwaze rûbirûyî dorpêçên Rojava bibe û bazara mezin ji dest bide.

Wek encam dibe ku Çîn li ser kaxezê wekî dostê Rûsyayê xuya dike. Lê ne di îhtimalan de ye ku bi bihayê têkdana berjewendiyên xwe, hemleyên rizgarkirina Rûsyayê bike.

3- Wê dorpêçên teknolojîk zêde zorê nedin ser Rûsyayê

Di rastiyê de ev yek ji zehmetiyên ku Pûtîn rûbirûyî wan bûye û qebûl dike ye. Ji destpêka şerê Ukraynayê ve, li ser Rûsyayê dorpêçên cidî yên berhemên teknolojiya bilind hatin danîn.

Ji ber ku di mijara teknolojiyên nû de, Rûsya ji cemawera zanistî ya cîhanê hatiye derkirin, êdî mirov dikare bibêje, di mijara zîrekiya çêkirî de jî nikare reqabetê bike.

Rûsya ji xwe beriya meha Sibatê ku dest bi dagirkirina Ukraynayê kir, ji di warê zîrektiya çêkirî de paşmayî bû. Li gorî encama raporekê; “Ji ber astengiyên li ser hinardekirina berhemên teknolojiya bilind, niha muhtemel e ku sektora zîrektiya çêkirî xitimî ye”.

Bi kurtasî berevajî vê çîroka ku tê vegotin, şansê Rûsyayê ku bi carekê dorpêçên welatên Rojava bide aliyekî û xwe bipêş bixe sifir e. Li ser vê jî dema em rastiya reva ji welat a bi deh hezaran personelên pisporiya teknolojiyê piştî şerê Ukraynayê, lê zêde bikin diyar e wê Rûsya rûbirûyî rewşeke hîn dijwartir bibe.

Ango ev çîrokên rûsan; tenê vegotinên xwebixwe ne û ji derewên ku wê bedelên wê giran bidin pêk tên.


Real Clear Defence

Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin.