Wezîr Ehmed û Kasım Araci çûn Tehranê
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Ercî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirina çend mijarên rojevê çûne Tehranê.
Di çarçoveya serdaneke fermî de roja yekşemiyê 10.11.2024ê, Kasim Araci û Wezîr Ehmed gihîşt Tehrana paytexta Îranê.
Li gor zanyariyên bi dest K24ê ketine, serdana Araci di çarçoveya çavdêriya rêkeftina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê de hatiye kirin.
Hat îdiakirin ku armanca din a serdanê jî gotûbêjkirina geşedanên herêmê ye.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê di meha Mijdarê de hat ragihandin, Wezîrê Navxwe Ebdulemîr Şemerî û şanda pê re bi mebesta beşdarbûna merasîma vekirina werza nû ya xwendinê li zanîngeha Emîn bi serdaneke fermî serdana Îranê kirine.
Ji aliyê din ve gelek sazî û dezgehên ragihandinê û ajansên nûçeyan îdia kirin ku Şemmerî di serdana xwe ya Tehranê de peyama Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji rayedarên Îranê re biriye.
Li gor nûçeyên medyayê, Sûdanî di peyama xwe ya ji bo rayedarên Îranê de daxwaz ji Iraq û Îsraîlê kiriye ku nekevin nava nakokiyên bi Hemas û Hizbullahê re.