Daxuyaniya Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê li ser nexweşên penceşêrê
PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dlovan Muhammed ragihand, rapora Encûmena Tenduristiya Giştî ya Iraqê ku dibêje, ji sedî 50ê nexweşên penceşêrê biyanî ne û li Hewlêrê hatine tomarkirin, xelet e.
Dlovan Mihemed di civîna çapemeniyê ya roja 10.11.2024ê de ragihand, di raporta Encûmena Tenduristiya Giştî ya Iraqê de hatiye gotin ku ji sedî 50ê nexweşên penceşêrê yên ku li Hewlêrê hatine tomarkirin biyanî ne.
Dlovan Muhammed got, “Li gorî daneyên nexweşxane û navendên Hewlêrê, ji sedî 30 kesên ku wek nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin, li bajarên din ên Herêma Kurdistanê û navçeyên jêrzemîna Iraqê ne. Li gorî wan daneyên ku hatine dîtin nîşan dide ku ji sedî 70ê bûyeran ji Hewlêrê ne. Lewma ew dane ne rast in ji ber ku derdora Hewlêrê jî li ser navê Hewlêrê hatiye tomarkirin.”
Dlovan Mihemed amaje bi wê yekê kir ku hemû pişkinînên pêwîst ji bo hemû nexweşên ku serî li nexweşxaneyê dane hatine kirin û diyar kir ku hemû nexweşên ku testên wan erênî bûne bi sîstema elektronîkî hatine tomarkirin.