Balyozên Ewropayê ji Sûdanî xwest pirsgirêkên bi Hewlêrê re çareser bikin

Balyozên Ewropayê ji Sûdanî xwest pirsgirêkên bi Hewlêrê re çareser bikin

PeyamaKurd- Ofîsa Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, îro 11ê Hezîranê Sûdanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û Balyozê Endamên Daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Balyozan ji Sûdanî xwest ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê bi taybet jî mijara mûçeyan çareser bikin.

Hate diyarkirin, di hevdîtinê de, Sûdanî girîngiya hevkariya di navbera Iraqê û welatên dost, bi taybetî Yekîtiya Ewropayê û endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de tekez kir.

Ofîsa Sûdanî da xuyakirin, hikûmet dê li gorî pêvajoya yasayî û destûrî, bi edalet û wekheviyê ji bo hemû welatiyan, bi pirsgirêkên navxweyî re mijûl bibe.

Balyozên YEyê piştgiriya xwe ji bo siyaseta hikûmeta Iraqê ya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û îdarî yên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dubare kirin.

Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.