Bo 74 çalakvanên ku destekê dan İmamoğlu, cezayê zîndanîkirinê dixwazin

PeyamaKurd – Piştî şaredarê Îstenbolê yê bajarê mezin Ekrem İmamoğlu şandin zîndanê, çalakvanên ku destekê dan İmamoğlu, bi sedema bê îzin çalakiyan kirine, gelek kes ji wan hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Îstenbolê di 23ê Adarê de, ji bo kesên binçavkirî dosya amade kir ku tevahiya wan 99 kesin û 59 kes ji wan di zîndanê de ne.
Ji wan 99 kesan, serdozgerî îdîanama xwe amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Bo kesên navên wan di dosyayê de hene, bo 74 kesan ji wan, cezayê zîndanê yê heya 3 salan xwest. Di nav wan kesan de, 7 kes ji wan rojnamevanin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




