Dadgehê celsa daraza Ümit Özdağ dane paş û biryara dewama zîndaniya wî da

Dadgehê celsa daraza Ümit Özdağ dane paş û biryara dewama zîndaniya wî da

PeyamaKurd – Li Tirkiyê serokê giştî yê Partiya Zaferê Ümit Özdağ bi sedema ‘xelkê tehrîkê kîn û dijminahiyê kiriye’ 142 roje ku di zîndanê de ye û cara ewilî îro ji vê dosyayê derket hemberê dadger.

Dozger xwest ku Özdağ ji 1,5 salî heya 4 salan ceza bidinê. Dadger biryarê da ku mayîna wî ya di zîndanê de dewam bike û celsa darazê da roja 17ê Hezîranê.

Ümit Özdağ, di 19.01.2025an de di civîna serokên bajaran yên Partiya Zaferê de li Antalya ji bo Erdoğan gotibû:

“Di hezar salên dawiyê de ti seferên Xaçparêzan weka Erdoğan û AKP ê zerarê nedaye dewlet û milletê Tirk.”

Li ser vê gotina Özdağ li Ankara hêzên asayîşê Ümit Özdağ girtibûn û piştî îfadên wî sitendin ew şandibûn Îstenbolê û dadgehê biryara zîndanîkirina wî dabû.

Di 29ê meha Nîsanê de daraza wî ya ku li serokkomarê Tirkiyê heqaretê kiribû hat kirin û heya 4 sal û 8 mehan jê re ji heqareta serokkomar ceza dixwazin.

Di vê rewşa heyî de 2 dosyayên Ümit Özdağ hene ku ji wan tê darizandin.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.