Hakan Fidan: Em naxwazin bi Îsraîlê re şer bikin

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Fidan derbarê bombebaranên Îsraîlê yên li Sûriyeyê daxuyanî da: “Em naxwazin bi Îsraîlê re bi şer bikin.”
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan îro ji Reutersê re diyar kir, “Tirkiye naxwaze bi Îsraîlê re li Sûriyeyê rastî hev were û şer bike.”
2yê Nîsanê Artêşa Îsraîlê hejmarek baregehên ku Tirkiyeyê plan dikir lê bi cih be, bombebaran kir.
Di hevpeyvîna piştî civîna wezîrên derve de ya NATOyê ku li Brûkselê pêk hat, Hakan Fidan got:
“Kiryarên Îsraîlê yên li Sûriyeyê, ku bi birêveberiya serokkomar Ehmed Şeri’ hevalbendekî nêz ê Tirkiyê ye, rê li ber nearamiya herêmî ya paşerojê vedike.”
Fidan her weha diyar kir, eger birêveberiya nû ya li Şamê bixwaze “hinek têgihiştin” bi Îsraîlê re hebe, ku weke Tirkiyê cîranê Sûriyeyê ye jî, wê demê çi pêwendiya me pê nîne.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê anî zimên ku êrîşên Îsraîlê yên li Sûriyeyê dê şiyana hikûmeta nû kêm bike di şerê li dijî DAIŞê de.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




