Îngîltere bi 7,5 milyon Sterlînî desteka leşkerî dide Ûkraynayê

Îngîltere bi 7,5 milyon Sterlînî desteka leşkerî dide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê berevaniyê yê Îngîltere John Healey di 1000en roja şerê Rûsya-Ûkrayna de li parlementoya Îngîltere axaftin kir. Di axaftina xwe de ragihand ku dê bi bihayê 7,5 milyon Sterlînî desteka leşkerî bidin Ûkraynayê.

Healey got ku ji bo destekê bidin Ûkraynayê û nehêlin Putin biser bikeve, bi hevkarên xwe yên navdewletî re divê werin cem hev.

Wezîr Healey, her weha got ku ji bo dronên çavdêriyê û yên êrîşê ji Ûkrayna re fon temîn kirine û Îngîltere û Letonya serpereştiya dayîna dronan dikin û wê ji fona salane ya bi miqdarê 3 milyar Sterlînî bidin.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.