Li Îranê di keştiyê de şewat derket û 3 kes mirin

Li Îranê di keştiyê de şewat derket û 3 kes mirin

PeyamaKurd – Qeymeqamê navça Deyrê ya girêdayê bajarê Buşehr a li Kendava Basrayê Ali Riza Seccadî bo TV ya dewletê ya Îranê ragihand ku li Kendava Basrayê li navça Deyrê keştiya ku metil alkol hildigirt tê de şewat derket û di rûdanê de 3 kes mirine û 10 kes birîndar bûne. Sedema derketina şewatê di wexta di keştiyê de qeynax dihat kirin, teqîn çêbûye û agir pêketiye.

Seccadî ragihand ku şewat di ciyê şîrketa Kaweh Metanol de derketiye. Berdevkê Hîva Sor ya Îranê Mucteba Haledî ji bo ajansa nîv-fermî ya Îranê Tesnimê ragihandiye ku bûyer di wexta nîvrojê de qewimiye, 3 kes mirine, 2 kes jî di keştiyê de asê mane.

Bajarê Buşehrê li qerexê Kendava Basrayêye, ji aliyê hilberîna enerjî û petrokîmyayê de deverekî girînge, seha gaza xwezayî ya Parsê û devera taybet ya enerjiya ekonomik ya Parsê di nav vê herêmê de ye.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.