Li Kamerûnê Boko Haram êrîş kir: 4 esker hatin kuştin

Li Kamerûnê Boko Haram êrîş kir: 4 esker hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Kamerûnê li devera Bakûrê Dûr rêxistina Boko Haramê êrîşê bir ser leşkeran û di encamê de 4 esker hatin kuştin. Piştî operasyonê hêzên asayîşa Kamerûnê dest bi operasyonan kir.

Li gor xeberên Kamerûnê; li herêma Bakûrê Dûr li navça Sagmeyê endamên Boko Haramê bi dronan êrîş bir ser eskeran û 4 eskeran kuşt.

Rêxistina terorî ya Boko Haramê ji sala 2000an heya niha li welatên Kamerûn, Nîjer û Çadê tevgerên weha dike û heya niha bi deh hezaran kes mirine.

Ev nivîs 96 car hatiye xwendin.