Li Nepalê, destekvanên monarşiyê û polîs li hev xistin: 2 kuştî û 17 birîndar hene

Li Nepalê, destekvanên monarşiyê û polîs li hev xistin: 2 kuştî û 17 birîndar hene

PeyamaKurd – Li payîtexta welatê Nepalê di xwepêşandana bo avakirina monarşiye ya ji nûh de, di navbera terefdarên monarşiyê û polîs de pevçûn derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin ku yek ji wan rojnamevane. Piştî bûyerê qedexeya derketina kuçeyan hat ragihandin.

Li Nepalê di sala 2008an de rejîma monarşîyê rakiribûn. Niha kesên terefdarên monarşiyêne, dixwazin car din monarşî paşde were welatê Nepalê. Di xwepêşandana terefdarên monarşiyê de 2 kes mirin, 17 kes birîndar bûn ku 3 ji wan birîndaran polîsin û polîs 3 kesan xistiye binçav.

Berdevkê Polîs Dinesh Kumar Acharya got ku yek ji yên kuştî rojnamevane û bûyerê dişopand.

Wezareta karên hundir di daxwuyaniya xwe de got ku çalakvan mulkên taybet, nexweşxanan, ofîsa partiyekî siyasî, ereban, dezgeyekî medyayê û molkeî tehrîb kirine.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.