NATO: Çekdanîna PKKê derfeteke baş e ji bo aştiyê

PeyamaKurd – Berî civîna Wezîrên Berevaniyê yên endamên NATOyê li paytexta Belçîka Brukselê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutt, ji rojnamevanan re axivî û bersiva pirsa çekdanîn û xwehilweşandina PKKê jî da.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, li ser çekdanîna PKKê got, "Derfeteke baş e ji bo aştiyê."
Mark Rutte diyar kir: "Bêguman ev geşedaneke girîng e. Hefteya borî me ligel Serok Erdogan jî hevdîtinek pêk anî û em her du jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku ev derfeteke baş e ku derketiye holê."
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas jî li ser mijarê got: "Tiştê ku me bihîstiye, nûçeyeke cihê kêfxweşiyê ye ji bo herêmê, ji ber ku dê bibe sedema zêdetir ewlehî û aramiyê li herêmê."
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




