Qesra Spî li ser Xezzeyê daxuyanî da

Qesra Spî li ser Xezzeyê daxuyanî da

PeyamaKurd - Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Karoline Leavitt destnîşan kir ku Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff wê ji bo hevdîtinan biçe Ewropayê û got, "Em dixwazin ku ev agirbest (li Xezzeyê) di zûtirîn demê de were bicîhanîn û rehîne werin berdan."

Di civîneke çapemeniyê de, Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Leavitt pêvajoya agirbesta potansiyel li Xezzeyê nirxand.

Leavitt diyar kir ku Nûnerê Taybet ê Serok Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Witkoff wê biçe Ewropayê da ku bi kesayetiyên sereke yên Rojhilata Navîn re bicive.

Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî got, "Niha danûstandinên pir hesas didomin. Serok Trump û Nûnerê Taybet Witkoff armancên rêveberiyê bi zelalî destnîşan kirine. Em dixwazin ku ev agirbest (li Xezzeyê) di zûtirîn demê de were bicîhanîn û rehîne werin berdan."

Ev nivîs 82 car hatiye xwendin.