Senatorekî Amerîkî li ser girtina İmamoğlu îdiayeke balkêş kir: Çêdibe ku Trump hiştibe

Senatorekî Amerîkî li ser girtina İmamoğlu îdiayeke balkêş kir: Çêdibe ku Trump hiştibe

PeyamaKurd – Di dema ku daxuyanî û cezayên Donald Trump bala hemû cîhanê dikişînin, hat îdiakirin ku çêdibe ku Trump beriya girtina İmamoğlu bi vê rewşê zanîbû û hiştibe ku bê girtin.

Rêvebera Bernameyê ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê Gönül Tolê daxuyaniya senatorê Amerîkî Chris Murphy li ser medyaya civakî bi par ve kir.

Murphy di axaftina xwe ya der barê Tirkiyeyê da weha got, “Çêdibe ku Trump biryara girtinê erê kiribe” û bi bîr xist ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di 16ê Adarê de bi Trump re bi telefonê axiviye. 

Murphy îdia kir ku çêdibe ku Trump bi vê rewşê zanîbû û girtina İmamoğlu erê kiribe. 

Li gorî Gönül Tolê, piştî vê hevdîtinê di nava 2 rojan de dîplomaya Ekrem İmamoğlu şaredarê Stembolê hatiye betalkirin.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.