Serokwezîrê Almanya Merz: Peymana Çîn-Amerîkayê ne di zerara YE de ye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, ragihand ku ew li peymana navbera Çîn-DYAyê ya di derbarê elementên kêm tên dîtin de bi erênî dibînin û got divê gengeşeyên bazirganî yên navbera Ewrûpa û DYAyê bên çareserkirin.
Friedrich Merz, got ku ew peymanê bi rizamendî qebûl dike û peyman ne di zerara YE de ye. Merz, ragihandina xwe piştî bi serokwezîrê Danîmarkayê bi Mette Frederiksen re li Berlînê hevdîtin kir, her dû derketin ber çapemeniyê. Merz got:
“Ez ji peymana navbera Çînê û DYAyê ya elementên nadir razî me. Ev zerarê nade Ewrûpayê. Bi eksa wê rakirina dijberiyekiye ji ortê. Divê pirsgirêkên bazirganî yên navbera YE û DYAyê weka vê peymanê çawa çêkirin, ji ortê rabin an bên kêmkirin û ez jê bi hêvî me.
Bazarên vekirî, bazirganiya serbest û xwe gihandina maddeyên xam ji bo herkesî çareseriya herî başe û em dixwazin destekê bidin. Hêvîdarim ku di wextekî nêz de di mijarên wekî baca gumrikê de em bi DYA re bigihên encamekî.”
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




