Şîroveya Papa ya li ser Xezzeyê: Li gorî hin pisporan jenosîd e
PeyamaKurd – Serokê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Francis got: "Li gorî hin pisporan tiştên ku li Xezzeyê di bin êrîşa Îsraîlê de diqewimin taybetmendiya jenosîdê heye û divê bê lêkolînkirin ka ev pênaseya teknîkî pêk tîne yan na." "
Hin beşên pirtûka bi sernavê "Hêvî tu carî bêhêvî nabin. Heciyên ber bi cîhaneke çêtir" ku Papa ji bo sala Jubile ya ku cîhana Katolîk wê di sala 2025an de pîroz bike û hefteya bê wê were weşandin, nivîsand, ji aliyê rojnameya Îtalyayî La Stampa ve hatin parvekirin.
Papa di pirtûka xwe de bi taybetî bal kişand ser rewşa Xezzeya ku zêdetirî salekê ye di bin êrîşên Îsraîlê de ye û got, "Li gorî hin pisporan tiştên ku li Xezzeyê diqewimin xwedî taybetmendiya jenosîdê ye. Divê bi baldarî were lêkolînkirin ka ev pênaseya teknîkî ya ku ji aliyê hiqûqnas û rêxistinên navneteweyî ve hatine diyarkirin pêk tîne yan na."
Papa Fransîs ku bi hesasiyeta xwe ya di mijara koçberiyê de tê naskirin, di pirtûka xwe de diyar kir ku divê ti welatekî ku bi pirsgirêka koçberiyê re rû bi rû ye tenê nemîne û kes nefikire ku vê pirsgirêkê bi tenê bi qanûnên teng û zordar çareser bike. Ji aliyê din ve jî diyar kir ku xemsarî bûye cîhanî.
Rêberê ruhanî yê Katolîkan herwiha destnîşan kir ku di mijara koçberiyê de mirovahî winda dibe.
Papa got, "Ez li vir dubare dikim ku bi tevahî hewce ye ku sedemên koçberiya li welatên jêderê werin çareserkirin."
Papa Francis di pirtûka xwe de di bin navê koçberiyê de jî bal kişand ser X ezzeyê û got: "Ez bi taybetî li xwişk û birayên me yên Filistînî difikirim ku di demeke ku xela rabû û zehmet bû erzaq û alîkarî bigihêjin erdên wan, Xezze terikandin."