Yekîtiya Ewropa rakirina cezayên ser Sûriyê pesend dike

Yekîtiya Ewropa rakirina cezayên ser Sûriyê pesend dike

PeyamaKurd - Ajansa France Press (AFP) ragihand ku dîplomatên Ewropî dane xuyakirin ku wê di civîna Wezîrên Derve yên 27 welatên endamên YE ya li Brukselê de, cezayên ser aboriya Sûriyê bên rakirin.

Li gorî dîplomatan, dorpêçên bi taybetî li dijî sîstema bankavanîya Sûriye nahêle ev sîstem xwe bigihîne bazara sermayeya navneteweyî.

Li gorî peymana ku sefîrên bilind ên Yekîtiya Ewropayê girêdane, tê çaverêkirin ku îro 20ê Gulanê rakirina dorpêçan di civîna wezîrên karên derve bi awayekî fermî were pesendikirin.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.