Nîhat Gultekîn hevpeyvînên 30 salan berehev kirin
PeyamaKurd - Malbata Celîlê Celîl ji bo edebîyat folklor û zimanê Kurdî malbateke xwedî kedên mezin e. Ji ber vê sedemê heta niha ligel endamên malbatê gelek hevpeyvîn çebûne.
Nivîskar Nîhat Gultekin jî bi navê “Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” di derbarê hevpeyvînên ku bi mamoste Celîlê Celîl re hatine kirin pirtûkek nivîsand.
Pirtûka Gultekin di nav weşanên Lisê de der çûye. Gultekin derbarê sedema amadekirina wê kitêbê de ji Peyamakurd re axivî.
Gultekin dibêje: “Herêma Serhedê, xwedî dîrokeke siyasî, çandî û civakî ya dewlemend û kevnar e. Kurdên hawirdorên Elegezê yên nêzîkî çîyayên Araratê li ser erdnîgarîya Serhedê xwe dihesibînin “
Ezbenî tu di kovara Nûbiharê de li ser kurdên Kafkasyayê hevpeyvînan çêdikî û ev du salên dawî derheqê Wezîrê Eşo û Celîlê Celîl de kitêbên te ronahî dîtin. Xebatên te çima piranî li ser kurdên Kafkasyayê ye?
Min sala 2007аn mamoste Celîlê Celîl û Egîde Cimo li festivalên Bazîdê rû bi rû û nas kir. Bi rastî fikrên min derheqê kurdên Sovyetê her çû nêzîkî wan bû. Min heta wê çaxê kurdekî Kafkasê nedîtibû. Ez serokê Komeleya Ehmedê Xanî bûm, me bona 300 salîya mirina Ehmedê Xanî gazî kurdolog Celîlê Celîl kirîbû. Di panela wî de me gelek agahîyên nû dibihîst. Em qedera 5-6 roja bi hevdû re man, ew çax ez gelek di bin bandora axaftinên wî de mam. Ji bona berhevkirin, tomarkirin, qeydkirina zargotina kurdî ji me re diaxifî û pêşnîyarê xwe rêz dikir. Ez îro gelek xebatên xwe bi wan roja re girê didim. Min radyoya Yêrêvanê para kurdî baş dizanibû, bavê min î rehmetî her tim guhdarîya radyoyê dikir. Min hinek kitêbên kurdên Kafkasê cem hebû min xwendîbû. Paşê wek Kurdên Serhedê her tim bi meraq xebatên Kurdên Sovyêtê min şopand. Wan salên dawî gelek kitêbên wan nivîskarên hêja li weşanxanên me derketin min ewana hemû dixwendin. Gelek kesên hêja û qedirgiran re nas bûm. Paşê ez çûm Ermenistanê û ez herema Elegezê hemû gundên kurdan gerîyam.
Herêma Serhedê, xwedî dîrokekê siyasî, çandî û civakî ya dewlemend û kevnar e. Kurdên hawirdorên Elegezê yên nêzîkî çîyayên Araratê li ser erdnîgarîya Serhedê xwe dihesibînin. Dema şerên di navbera Osmanîyan û Rûsan yên di sedsala 19an, şerê cîhanê ê yekemîn û şoreşa Sovyetê da Kurdên Êzidî yên ku li seranserê Serhedê dijîyan koçberî Rûsya yê bûn. Bajarên wek Qers, Agirî, Wan, Bidlîsê derbasî Ermenistanê, Azerbeycanê, Gurcistanê û welatên din bûn. Piranî ji gund, navçe û bajarên Serhedê çûne erdnîgarîya Kafkasya başûr. Bingeha wan Serhed e. Malbat û eşîra nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo ji navçeya Elaşgira li ser Agirîyê ye. Ew ji wir çûne welatê Sovyeta berê. Bavê Celîlê Celîl jî Dîgora Qersê gundê Qizilqûlê derbasî Ermenistanê dibe. Jîyana wan gelek balkêş bû. Di kitêbên wan de tema kurdên Serhedê hebû. Paşê min ferq kir ku gelek kes wana nasnake û nexwendine.
Rewşenbîr û nivîskarên li Kafkasya başûr dijîn, di warê çand, ziman û edebiyata Kurdî de berhemên girîng afirandine. Hinek ji wan berheman li Tirkiyeyê ji alîye weşanxaneyên cûrbecûr hatin çap kirin. Piranîya berheman jî nehatîyê weşandinê. Min bona wan sedaman destpêkir gelek kesên nivîskar, helbestvan, rewşenbîr re hevpeyvîn çekirin. Min gelek caran jî ser jîyana hinek rewşenbîran nivîs jî nivîsî. Ji bo Wezîrê Eşo ez dikarim bibêjim, jîyana xwe ji bo lêkolînên dîrok, ziman û edebiyata kurdî feda kirîbû. Berhemên edebî û dîrokî ku wî nivîsandin, ew jî tenê di nav sînorên welatê Sovyetê de mabûn. Her çiqas di wan salên dawî, ev hewldana weşandina pirtûkên wî dilşadîyek e jî gelek kitêbên wî hê nehatîye weşandin û negihîştîye cimeêta me. Piştî mirina wî ez û qîza wî Midîa delal me kitêba Kilam û Penûs derheqê ape Wezîr amade û çap kir. Kitêba derheqe Celîlê Celîl jî 30 salên dawî de hevpeyvînên wî ne. Em zûda hevdû nas dikin û me xebatekê baş kir û dawiya dawî de ew berhem ronahî dît.
Qasê ku em dibînin Kurdên me ên Kafkasyayê bi edebiyat û hûnerê re gelek eleqedar in tu sedemê vê bi çi ve girêdidî?
Dema kurdên Kurdên Kafkasyayê dest pê nivîsandinê dikin, mirov dikare behsa dewleta Sovyetê bike. Wek tê zanînê wan salan İttihak û Terakki ji pênc bîryara digre û yek li ser asimilasyona Kurdaye. Dest avêtine asimilasyona gel, dil hebûye ziman, çand hunere gel winda bikin. Milete Kurd cîyê xwe rakirine, berê wana dane erd û welatên xerîb, agir berî mal, milk û gundên wana dane, lê gel nehelyaye, xwe bîrnekirîye.
Salên 1920 heta salên 1980 li Tirkîyeyê mirov dikare bibêje deh kitêbên kurdî nehatîyê çapkirine. Lê Sovyetê salên di navbera 1920-1990a(salên 1937a- heta 1953 jê derxî) de bêhejmar kitêb hatine çapkirinê. Yekîtiya Sovyetê ya sala 1920a dergê xwe pêvajoyeke nû re vedike. Du biryarên dewletê gelek girîng e, yek divê herkes biçe dibistanê xwendin û nivîsandinê hîn bibe. Ya didûya jî heqê miletên kêmjimar yê bihata dayîn. Hemû miletên kêmjimar dikaribûn hînî zimanê xwe, çand, huner û kevneşopîya xwe bibin. Zarokên kurdan sêwîxanê de hatin cîh û warkirinê. Piştê wê gelek kes dikevin ser kar. Celîlê Celîl, Emîne Evdal, Heciyê Cindî, Cerdoye Genco, Ahmedê Mirazî ewana yên meydana edebiyatê ewil in. Sala 1921a dewlet alfeba amade dike bi destê Hakob Xazaryan. Ew kitêba Şems amade dike bo zarokên kurdan. Sala 1928a jî İshak Maragulov û Erebe Şemo alfeba latinî amade dikin. Jibo mamosteyên dibistana kitêb tên çapkirin, rojnama Riya Teze tê vekirine. Herema Elegezê şano tê avakirine. Fîlima Zerê tê kişandinê. Heta sala 1937a gelek kitêbên werger kurdî tên çap kirine.
Dîsa li heta salên 1937a, dema perwerdeyî û xwendin li dibistana da bi kurdî bû, di refê mamostayan da ermeniyên kurdîaxêf hebûn. Ewana zanayên zimanê kurdî çand û çapemenîya kurdî de jî xizmet dikirin. Despêkê de ermenîyên kurdziman hebûn, ku pirtûk werdigerandin ser zimanê kurdî, rêdaksyona Rîya Teze de kar dikirin, gramatîka kurdî nivîsîn, dibistana de mamostatiyê dikirin.
Di sala 1937a heta sala 1955an hemû mafên miletên kêmjimar tên hildan, saziyên wan tên girtin. Di wan salan de kêm xebat hene. Sala 1955an şûnda dewlet car din bîryarê digire. Rojnama Riya Teze, Radyoya Yêrêvanê para kurdî û Telînê ji bo berpirsîyara partîyê kurdek tê hilbijartin. Demek nû dest pê dike. Heta sala 1990î gelek berhem tên çapkirinê, helbest, çîrok, lêkolîn, roman tên nivîsandine. Ya herî girîng jî gelek zargotin tên berhevkirin, tomarkirin û qeydkirinê. Di nav wan de hezaran kilam, çîrok, destan, di radyoyê de tên xwayî kirin.
Pirtûka cenabê te ya bi navê “Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” demek nêz de çap bû. Ji kerema xwe re dikarî ji me re hinek qala çîroka nivîsandina vê behremê bikî?
Mamoste Celîlê Celîl dema tê Stenbolê carna li mala me dima. Min dixwest ez li ser malbata wan xebatekê bikim. Malbata wan malbatek balkêş e. Îro ne kalik, ne pîrik, ne met, ne xatî, ne ap, ne jî xale Celîle Celîl hene. Malbata wan tenê şeş nefer in. Dê û bav, çar xwûşk û bira. Meraqa min gelek hebû, dawîyê de min qirar girt ez çûm Yêrêvanê mala bavê wî, cem Cemîla Celîl. Ez dikarim aramî bibêjim jîyana min de herî rojên xweş, qenc bûn. Bextêm lêxist min meta Cemîla nas kir û ez mala Casimê Celîl de mevan mam. Dema ez vegerîyam min meta Cemîla re bo kovara Nubiharê hevpeyvînek dirêj çêkirîbû. Min kurdolog Celîlê Celîl re jî hevpeyvînek dirêj çêkirîbû. Hevpeyvînê de gelek tiştên balkêş hebû bo milete me. Ez paşê fikirîm û min xwest hemû hevpeyvînên mamoste wek kitêb amade bikim. Min, ji re pêşnîyar kir, mamoste Celîl ew pêşnîyara min qebûl kir. Û me destpê kir hevpeyvînên 30 sal berê heta roja îroyîn me berhev kir. Em gelek jibo rastkirina wan hevpeyvîna mamoste re tevgerîyan. Di dawîyê de bo çapkirinê me da weşanxanê û kitêb ronahî dît.
Di nav hevpeyvînan da Celîlê Celil li ser bingeha dîrok, ziman, çand û wêjeya welatê xwe sekinîye. Tenêtîya xwe li dû xwe hiştîye, ketîye nava civakên dinyayê. Hûnê careka din bibînin ku ew li hember hemû şert û mercên dijwar çawa ser pîyên xwe sekinîye, çawa ev dilê xwe yî pak û paqij parastîye. Min jî di encama hîn legerînan de xwe di nava wê xebatê de dît. Di nav vê pêvajoyê da ez bi dîroka xwe, çand û hûnera xwe, bi taybetî jî bi zimanê dayka xwe re gaveke din nêziktir bûm. Di axirîyê de min xwest ez bîrekî çêkim û min ev kitêba bo çapê amade kir. Her çiqas ku Kurd Celîlê Celîl û malbata Celîlan nas bikin jî, min xwest ez gelek alîyên wan ên eşkere nebûyî raberî civata kurd bikim. Ew çiqas astengîyan re derbaz bûne, çiqas rojên çetin dîtîne, lê ti carî kar û bareke mayîn xên ji zanyarîyên kurdî mijûl ne bûye. Divê civata kurd ji vê zanyarîya Celîlê Celîl hayadar be û ji tecrûbeyên wî sûdê werbigire. Di wê zemanê em tê da dijîn wek hostayên kek Celîlê Celîl mixabin gelek kêm in, an jî nemane. Armanca min sereke ew e ku, divê ev tiştên ku hatine nivîsandin bigihêjin ber destê xwendevanan. Gelek lêkolîn kirîye, bi disiplîna xebatên akademîk va xwe gîhandîye asta zanyarîyê ya herî bilind. Kitêbên Celîlê Celîl navbera pêşeroja û paşeroja milet da bûne pirekî. Ez şad, behtewar im nifşên nû, wî dîroka xwe, zargotin, û kevneşopîya xwe di vê kitêbê de bixwînin û pê mezin bibin. Ez wê baweriyê da me ev kitêb wê wekî çavkanîyeke giranbuha di kitêbxane û arşîvên me de cîh bigre.
Beyî ku tu dest bi nivîsandina pirtûkê bikî di nav lêkolînên te de tiştê ku herî zêde derket pêş û tu lê şaş mayî çi bû?
Tiştên bo min herî girîng, dîroka milete kurd di nav zargotina wê de weşartibûye, min ew baş fehmkir. Xebatên malbata Casimê Celîl ya zargotinê birastî wek bilindayîya Çîyayê Agirîyê ye. Xebatên zargotina Kurdî 27 cild wek kitêbên stûr yê çap bibe. Hinek jê hatin çapkirin, hinek jî di rêzê de ye. Malbata Celîlan, nav û dengê xwe ji xebatên li ser zargotin, edebiyat, muzika Kurdî wergirtine, dîsa xebatek ansiklopêdîyên Zargotinê ya bêhampa kirine. Wê xebatê wekî xelatkirina Kurdan, wekî lixweveger, li mîrata hezar salan xwedîderketin û wekî deyndayînekê dibînin.
Tiştekê din dîroka malbatekê çiqas dewlemend e, kitêbxana malbata Casimê Celîl Wiyana yê vebûyê. Ez wisa bawer dikim çawa 300 sale behsa Mem û Zîna Ehmedê Xanî hatiye kirin, ew sêsed salên pêşiya me jî yê behsa wan xebatana û kitêbxana Celîlan bikin. Birastî jî girîngîya wê asta herî jor e. Tiştek hêsa nîne malbat 100 sale kitêb berhev dike û qedera 20.000î zêde kitêp, rojname, kovar hemû derheqe kurda hatiye berhevkirin.
Ji bo kurdolog Celîlê Celîl jî dikarim bibêjim, 84 sal emrê xwe 65 sal zêtedir, jiyana wî temamî di nava Kurdolojîye de derbas bûye. Dîroka miletekê, dîroka malbatekê û dîroka şexsekê gelek bala min kişand.
Tu dikarî behsa cildên zargotina kurdî bikî? Çawa berhev kirine, li ku derê gerîyane, bi rastî jî 60 salî zêdetir kar kirin tiştekî girîng e bo milete me?
27 Cildên Zargotinên de ew tişt hene; Dastan, beyitên êpîkîyê ser mêrxasîyê û evîndarîyê, stranên dîrokî, stranên evîndarîyê, dilok, heyranok, stranên şînê, qewl û beytên êzdîyan, dewrêşok û beytên ser sûfiyan, ser esheb û pîrozên îslamîyê, dastanên Rostamîyê, cengname û pelewanîyê, evsûn û lêgênd, çîrok, çîvanok, qelîbotk (fabêl), çîrokên ser terewula, hûmor û anêkdot, stranên dîlana û govenda, stranên sêrêmonyal, kar û xebatê, gotinên pêşîyan, biwêj, têderxistinok, mamik û yên mayîn.
Civandin û amadekirina van berhemên zargotinê ser bingeha zanistîyê, şertên zargotinzanîyê hatine pêkanîn. Piranîya van berhema cara pêşîne ku têne weşandin, parek jê berî naha li Sovêta berê, bi tîpên kîrîlî hatine çap kirin. Eslê wan qeydan li arşîva Fonoteka, “Pirtûkxana Casimê Celîl” têne parastin. Heta niha cildên 1 Êpîk Dastan, 2 Êpîk Dastan, 3 Êpîk Dastan, 8 Dilok- Heyranok, 9- Çîrok Çîvanok, 10- Çîrok Çîvanok, 13- Stranên Dîlanê Govend, 13- Stranên Dîlanê Govend hatine çapkirine. Wan hejmarên din jî tên amadekirine.
Berhevkirin, tomarkirin, qeydkirin û deşîfrasyona wan mirov dikare bibêje 65 sale didome. Destpêkê mala xwenî Yêrêvanê, paşê jî li komara Ermenîstanê li Nehîya Axbaranê (Mîrek, Qundaxsaz, Korbulax, Elegez, Camûşvan, Cercerîs, Qurîboxaz, Pampa Kurdan, Çobanmez, Senger, Kavransere), li nehîya Talînê (Heko, Gelto, Tilik, Sorik, Qibixtepe, Sîçanlû, Beroj, Baysiz) berhevkirine. Li Komara Gurcistanê, bajarên Tilbîsê, Rûstavê, Batimê û Têlavê.
Di karê civandina zargotina kurda li Gurcistanê, giranîya xwe dane ser kurdên Tibîlîsê.
Civaka êzdîyên Gurcistanê, navbera dehan salan, heta hilweşîna dewleta Sovête jî bi hêz ziman, çand û erf edetên kal bavê xwe diparastin. Kurdên Azirbêcanê kêm berhevkirine.
Dewletê siyasetê asimîlasyonê meşandîyê. Derfet tunebû, ji ber ku ji alîyê ziman zûda qels bibûn. Komarên Asya Navî, Qazakîstan û Qirgîzistanê kar kirine. Kurdên li wir hemû sirgûn hatibûn dema Stalîn de. Qirgîzistanê bajarê Oşê, alîyê Celalabadê, Kok Yangakê û gundên mayîn de, dîsa Talas û Kîrovka û gundên wan berhevkirine. Qazakistanê jî; Çîmkent, Alma Ata û derdora wan deran, gundan va berhevkirine. Ordîxanê Celîl bernama zanyarîyê ji navê Akadêmîya Zanistîya Sovêtê ji Pêtêrsbûrgê bi rêwîtîya fermî bona nivîsandina zargotina kurda çû nava kurdên her du komara.
Tirkîyê, Surîyê, Îraqê û Îranê jî gelek berhevkirina zargotina çêkirine. Dema sala 1992an de hatine Stenbole destpê kirîne, paşê Erdîşê, Patnosê, Agirî, Bazîd, Dîyarbekirê, Cizîrê, Hakkarî, Gever, Wêranşarê berdewamkirine. Surîyê bingeha tomarkirinê bajarên Efrîn û Helebê bû. Pênc şeş cara li nava kurdên Surîyayê bi demên dirêj Kûbanîyê, Resil Eynê, Hesekê, Serê Kanîyê, Qamişlîyê, Amûdê, Tirba Spîyê, Dêrikê, heta Endîwarê gund û bajar hêwra kar û xebata wan bûne. Li İraqê jî, herema Behdînanê, bi taybetî bajarê Dihokê, nava kurdên kurmancîaxêv zargotin berhevkirine. Partî û rewşenbîrên Dihokê alîkarî dane wan. Lî Îranê jî çar pênc bajarên kurda li Xorasanê, Bucnurdê, Şîrvanê, Kûçanê, Aşxanê, Esferyanê, Çinaran, bûne mêvanê koçerên Qehremanya û ciyên mayîn. 2000 sêxiştîyên kurmancî civandine. Mirov dikare derheqe xebata wan bersiv bide
Ev nivîs 210894 car hatiye xwendin.