DEM Parti li Rûsyayê têkiliyên xwe yên dîplomatîk dewam dike

PeyamaKurd – Heyeta DEM Partiyê li Rûsyayê bi Komîta Têkiliyên Derve û Siyaseta herêmî û Rêvebiriya Xwecîh ya Dûmayê re li ser modela rêvebiriya xwecîh, pêşdeçûnên li Qafqasya û Rojhilata Navîn hevdîtinan kir.
Di heyeta DEM Partiyê de Ebru Günay, parlementer Mehmet Rüştü Tiryaki, Saruhan Oluç û Gülistan Kılıç Koçyiğit hene. Heyeta DEM Partiyê bi komîteyên navborî yên Dûmayê re ji hev cuda hevdîtinan kir.
Di hevdîtinan de her weha li ser pêşdeçûnên li Iraqê û Sûriyê jî axifîn.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




