Derdora Şaredariya Dêrsimê bi bendên betonê hat asêkirin
PeyamaKurd – Derdora şaredariya Dêrsimê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, bi bendên betonê hat asêkirin.
Duh qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) û navçeya wê Pilûrê ya di bin rêveberiya CHPyê de hat kirin.
Piştî qeyûm Bulent Tekbîyikoglû wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin, derdora şaredariyê danê vê sibehê bi bariyerên betonê hat asêkirin.
Biryara qeyûm îro bi beşdariya Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogullari û parlamenteran tê protestokirin.
Herweha; li bajêr heta 10 rojan her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.