Serokwezîr Barzanî bingeha “Navenda Hişyarkirin û Veguhestina Madeyên Hişbir” datîne

Serokwezîr Barzanî bingeha “Navenda Hişyarkirin û Veguhestina Madeyên Hişbir” datîne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Hewlêrê bingeha Navenda Hişyarkirin û Veguhestina Madeyên Hişbir bavêje.

Îro Sêşemê 26.11.2024ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bingeha navenda hişyarî û avedankirina madeyên hişbir ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina LDS ve li Hewlêrê tê avakirin, datîne.

Endama Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê Medîha Magûsî di daxuyaniya xwe ya beriya niha de diyar kiribû ku lijneya wan ev çend meh in li ser sererastkirina yasaya hijmar 50 ya sala 2017ê dixebite û wê da zanîn ku ji bo nûkirina qanûnên ku cezayê îdamê tê de cih digirin, gav têne avêtin.

Magsûsî diyar kir ku pêşnûmeya guhertinê amade ye û ji ber ku madeyên hişbir bi giştî malbatên Iraqê tehdîd dike, ti nîqaşeke siyasî tuneye.

Ji ber ku bazirganiya maddeyên hişbir li Iraqê her ku diçe zêdetir dibe, tedbîrên lawaz ên hikûmetê û nebûna yasayan bo rûbirûbûna wê dibe sedema zêdebûna tawan û pirsgirêkên civakî.

 
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.