Di dengdana pêşwext de Kamala Harris li pêş e: 65 milyon kesan deng da

Di dengdana pêşwext de Kamala Harris li pêş e: 65 milyon kesan deng da

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi nêzbûna hilbijartinên 5ê Mijdarê yên Serokatiya Amerîkayê de, di dengdana pêşwext de heta niha 65 milyon welatiyên amerîkî dengê xwe dane.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Zanîngeha Florîdayê, heta niha di dengdana pêşwext de 65 milyon welatiyan dengê xwe dane.

Hate eşkerekirin ku ji 34 milyonan zêdetir welatiyan bi şexsî û 31 milyon welatiyan jî bi rêya postê dengê xwe dane.

Li gorî rapirsiyên dengdana pêşwext, di dengdana pêşwext de namzeda Partiya Demokrat Kamala Harris zêdetir deng wergirtine ku li pêşixa hevrikê xwe yê Komarî Donald Trump e.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.