Hewl tê dayîn ku parêzgarê Kerkûkê ji peywirê bê bidûrxistin

Hewl tê dayîn ku parêzgarê Kerkûkê ji peywirê bê bidûrxistin

PeyamaKurd – Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di nav aloziyeke siyasî de ye piştî hewldanên endamên Ereb û Tirkmen ji bo paşxistina dengê baweriyê ye ji bo Parêzgar Rebwar Taha.

Hat ragihandin ku ev krîz piştî vekişîna du endamên Hevpeymaniya Kerkûkê, Raad Salih û Zahir Enwar Asi, derketiye holê.

Raad Salih, di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de li gel Zahir Enwar Asi, ragihand ku ew ji Hevpeymaniya Kerkûkê vekişiyane, ku ji 5 endamên YNKyê, yek endamê kotaya Xiristiyan (ser bi milîsên Babilyon ên li ser lîsteya terorê ya Amerîkayê) û 3 endamên Ereb pêk tê. Piştî vê vekişînê, ji 16 endamên encûmenê tenê 7 di hevpeymaniyê de mane.

Nazim Şemerî, Serokê Desteya Raya Ereb li Kerkûkê, ji saziya çapemeniyê El-Meda re got ku vekişîna endamên Ereb ji ber nebûna pêbendbûna YNKyê bi lihevkirinên siyasî yên damezrandina hikûmeta xwecihî ye.

Şemerî diyar kir:

“Tevî lihevkirina bi YNKyê re, endamên Ereb rastî rexneyan hatin, lê aliyê din sozên xwe bi cih neanî.”

Wî her weha got, eger ev endam tevlî opozîsyonê bibin û hejmara dijberan bigihêje 9 kesan, ew dikarin hikûmeta xwecihî, ku nûnertiya civakên bajêr nake, biguherînin.

Hevpeymaniya Rêveberiya Kerkûkê di destpêka sala 2024an de li ser bingeha lihevkirineke siyasî, ku di 24ê Kanûna Pêşîn a 2024an de li Otêla Reşîd a Bexdayê hatibû îmzekirin, ava bûbû.

Ji aliyê xwe ve, Ebas Beyatli, endamê Buroya Siyasî ya Tevgera Tirkmen, ragihand ku hikûmeta xwecihî êdî nûnertiya civakên bajêr nake û divê li gorî lihevkirineke siyasî ya nû were guhertin. Beyatli bal kişand ser rewşa Tirkmenan û got:

“Tirkmen civaka herî mezin e ku bi marjînalîzekirin, dûrxistin û zilmê re rû bi rû maye, û beşdarbûna wan di hikûmet û saziyên ewlehî û rêveberiyê de hatiye redkirin.”

Ev rewş nîşan dide ku Kerkûk dibe qada nakokiyên siyasî yên kûr, ku dikare bandorê li aramiya rêveberiya xwecihî bike.

 

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.