Jenosîda Êzîdiyan dikeve sala xwe ya 11an: Bi hezaran jin û zarok hîn jî winda ne

Jenosîda Êzîdiyan dikeve sala xwe ya 11an: Bi hezaran jin û zarok hîn jî winda ne

PeyamaKurd –  Di salvegera 11emîn a jenosîda ku ji aliyêr rêxistina terorîst a  DAIŞê ve ya li dijî Kurdên Êzîdî hate kirin, rêberên civaka sivîl û rayedarên navneteweyî destnîşan dikin ku tevî derbasbûna salan jî edalet hîn nehatiye bicihanîn.

Bi hezaran jin û zarok hîn winda ne, sûcdar bi azadî digerin, û zêdetirî nîvê Êzîdiyan di kampên penaberan de di şertên giran de dijîn.

Di paneleke taybet de, ku ji hêla Înîsiyatîfa Iraqê ya Encûmena Atlantîk û Weqfa Êzidiyên Azad ve hate organîzekirin, li ser dijwariyên civaka Êzîdî û gavên pêwîst ji bo vejîna piştî trajediya 2014an hat nîqaşkirin. Beşdaran banga lezgîn ji bo edalet, ewlehî û alîkariya mirovî kir.

"Sûcdar hîn jî azad in"

Murad Îsmaîl, damezrînerê Akademiya Şingalê, ragihand ku nêzî 12,000 Êzîdî hatine kuştin an kolekirin, lê li Iraqê û  li dezegehên navneteweyî bi tenê 10 doz derbarê van sûcan de hatine vekirin. Wî rexne li hilweşandina Tîma Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) kir û hikûmeta Iraqê tawanbar kir ku plan dike 13,000 endamên DAIŞê bêyî lêpirsînê berde.

Parî Îbrahîm, Rêvebera Weqfa Êzidiyên Azad jî anî ziman ku hin sûcdarên jenosîdê li welatên wekî Swêd, Almanya û DYAyê bi azadî dijîn, û ev yek wekî "necezabûna cîhanî" bi nav kir.

"Krîza mirovî berdewam e"

Murad Îsmaîl diyar kir ku zêdetirî nîvê Êzîdiyên koçber di kampan de di şertên xirab de ne, û vegeran wan nêzî salekê ye ku rawestiyaye. Parî Îbrahîm sedema vê rawestanê bi nebaweriya li hember hikûmeta Iraqê û nebûna xizmetên bingehîn li Şingalê ve girê da.

Wê got, "2,600 jin û zarok hîn winda ne, û pêdivî bi mekanîzmayên bi bandor ji bo tespîtkirin û piştgiriya psîkolojîk heye."

Murad Îsmaîl hişyarî da ku Şengal di navbera hêzên PKK û hikûmeta Iraqê û navneteweyî Tirkiye, Îran, Sûriye de bûye qada şer. Wî got, "Êzîdî ji temsîliyeta siyasî hatine bidûrxistin û kursiya wan a li Encûmena Parêzgeha Nînewayê ji dest çûye."

"Banga çavdêriyê ya li Amerîkayê"

Kurt Werthmuller, ji Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkayê, rewş wekî "neguherî" bi nav kir û banga şopandina Heşdî Şebî, parastina delîlan û çavdêriya Iraqê kir.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina terorîst DAIŞê êrîşî Şingalê kir, ku bû sedema koçberbûna 48,000 Êzîdiyan û kuştin an revandina bi hezaran kesan. Li gorî daneyên Adara 2025an, ji 6,417 kesên revandî tenê 3,585 kes hatine rizgarkirin, û çarenûsa yên din hê ne diyar e.

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.