Konsulxaneyê Amerîkayê ya Hewlêrê: Gihandina elektrîkê ya 24 saetan bingehê pêşketina Kurdistanê ye

Konsulxaneyê Amerîkayê ya Hewlêrê: Gihandina elektrîkê ya 24 saetan bingehê pêşketina Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo "Projeya Ronakî" ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û pesnê wê veda.

Di daxuyaniyeke xwe de, konsulxaneyê gihandina elektrîka 24 saetî ji bo du milyon welatiyan wekî "gaveke bingehîn ji bo geşepêdana Herêma Kurdistanê" bi nav kir.

Konsulxaneyê di peyama xwe de got: "Em serbilind in ku dibînin kompanyayên Amerîkî yên wekî General Electric Vernova (GE Vernova) alîkariya ewlehiya enerjiyê ya Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin."

Herwiha, konsulxaneyê destnîşan kir: "Peydakirina elektrîka 24 saetî ji bo du milyon kesan, ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê gaveke girîng e."

Projeya Ronakî

"Projeya Ronakî" yek ji projeyên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Armanca vê projeyê ew e ku heta dawiya sala 2026an, elektrîka bênavber û 24 saetî bigihîje hemû mal û kargehên li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 9ê Tîrmehê de li ser tora civakî Xê ragihandibû:

"Bi saya Projeya Ronakî, niha 2 milyon welatî elektrîka 24 saetî werdigirin. Heta dawiya 2026an, ev proje dê bigihîje hemû mal û kargehên li seranserê Herêma Kurdistanê."

 

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.