Li Mêrdînê şewat: Kalê 80 salî canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di şewata ku di malekê de derket de kalekî can da û hevjîna wî jî birîndar bû.
Li Kolana Sûmbûlê ya Taxa Yeşîlkentê di mala ku hat ragihandin Ahmet Kartal ê 80 salî û hevjîna wî Peyruze Kartal a 75 salî lê diman, ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Piştî ku şêniyên taxê bûyer ragihandin ekîbên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Kalo wefat kir
Di şewata ku bi destwerdana îtfaiyeyê hat vemirandin de Ahmet Kartal li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û hevjîna wî jî birîndar bû.
Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.





