Mesrûr Barzanî û Berpirsê Swêdê têkiliyên dualî gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Swêdê li Iraqê Jurgen Lindstrom, îro 28ê Gulanê li Hewlêrê civiyan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî civînê eragihand, her du aliyan li ser pêşxistina têkiliyên dualî û rewşa giştî ya Iraq û herêmê nêrînên xwe parve kirin.
Herwiha di civînê rola çalak a revenda Kurdî li Swêdê, koçberî û rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê jî hatin axaftin.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




