Mesrûr Barzanî sersaxî da qurbaniyên qezaya balafirê ya li Hindistanê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir û sersaxî ji bo qurbanên qezaya balafirê ya Air India Flight AI171ê pêşkêş kir ku li Ahmedabada Hindistanê qewimî.
Mesrûr Barzanî dilsoziya xwe ji bo malbatên qurbanan, gelê Hindistanê û neteweyên din nîşan da ên ku qezayê bandor li wan kiriye.
Wî di daxuyaniya xwe de got:
“Em bi xemgîniyeke kûr ji qezaya balafirê ya li Ahmedabadê agahdar bûn. Dilê me li gel malbatên qurbanan, gelê Hindistanê û hemû kesan e ku vê trajediyê bandor li wan kiriye. Em di vê demê dijwar de duayên xwe ji bo wan dikin û hêvî dikin birîndar zû rhet bibin.”
Çi bûbû?
Li gorî raporên dawî, di qezaya balafirê de, ku îro di 12ê Hezîrana 2025an de qewimî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane hêj bi temamî ne diyar e, lê tê texmînkirin ku di balafirê de nêzî 244 kes hebûn, ji wan 232 rêwî û 12 kes karmendên balafirê ne. Rayedarên Hindistanê hê agahiyên tekez derbarê hejmara qurbanan de belav nekirine.
Qeza li nêzî balafirgeha Ahmedabadê qewimî, ku hat zanîn balafir ber bi Londonê diçû.
Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.





