PDK: “Wê partiya me serpereştiya nasnama Kurd bike û bergiriya xelkê Kurdistanê her dewam bike”

PDK: “Wê partiya me serpereştiya nasnama Kurd bike û bergiriya xelkê Kurdistanê her dewam bike”

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi munasebeta damezrandina salvegera 79em ya partiyê di 15 ê Tebaxa 2025an de peyamekî belav kir û di peyamê de got ku wê PDK rola xwe ya serpereştiya nasnama Kurd dewam bike û wê bergiriya xelkê Kurdistanê her dewam bike.

PDK, di daxwuyaniya xwe de got wê partî di temamê têkliyên nav Kurdistanê û sîstema federal de, di rêya diyalog û hevkariyê de pirsgirêkên herêmê çareser bike, mafê xelkê biparêze û wê dewam bike da mafên xelkê bidest bixe.

Ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraq a Federal çareser bibin, wê destekê bide, divê ev hemû di çarçova destûr û peymanên siyasî de bibin û di çareseriya wan de, wê partî li ser bingeha ‘hemparî, mêzên û li hevkirinê ‘ bimeşe.

PDK got ku partî di sala 1946an de di wexteka tarî û şertên zahmet de hatiye avakirin û di wê wextê de tîşkê xistiye ser têkoşîna azadiya xelkê û têkoşîna serbilindiyê…

PDK bi têkoşînên xwe yên di seha leşkerî, siyasî, dîplomatîk û seha medyayê de Şoreşa Êlûnê, ya Gulanê, raperîna sala 1991an û weka peymana 11ê Adarê serpereştiya xelkê kir.

Partî parastina temamê civaka Kurdistanê, bi pêkhateyên etnîkî û dînî re tevgeriya û parastina nasnama Kurd û qiymetên Kurd kir. PDK balê dikşîne ser hilbijartinên parlementoya Iraqê ya di meha 11a ya sala 2025an û got, divê hilbijartin adilane, bi azadî û zelal be û ji bo Kurdistan û Iraqê krîtîk e.

Hem PDK xwest ku di hilbijartina 2025an de bi taybetî Pêşmerge û hêzên asayîşê parastina ewlehiya Kurdistanê û Îstîqrara wê bike.

Partî di daxwuyaniya xwe de minetdarî û rêzên xwe ji bo rehmetî Mele Mistefa Barzanî, rehmetî Îdrîs Barzanî, şehîdên Kurdistanê û ji bo qehremanan ragihand. PDKê di dawiya daxwuyaniya xwe de got:

“Di têkoşîna rewa ya xelkê me de serkeftin daîmî be û ala Kurdistanê bila daîma di bilindahiyan de pêl bide.”

Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.