Rêveberê nû yê polîsên Hewlêrê dest bi kar kir

Rêveberê nû yê polîsên Hewlêrê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Di merasimekê de ku duh roja Pêncşemê 14.08.2025an hate lidarxistin, Mihemed Baqir wek rêveberê nû yê polîsê Hewlêrê hate destnîşankirin û li şûna Tugbad Şuan Ereb dest bi erka xwe kir. Merasim bi amadebûna Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, Dr. Hêmin Mîranî (Rêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Karên Hundir), Lîwa Tariq Ehmed (Rêveberê Giştî yê Polîsan), Lîwa Dîdar Omer (Rêveberê Giştî yê Hemwelatîbûnê) û çend efserên payebilind pêk hat.

Di vê merasîmê de, Parêzgar Omêx Xoşnaw pîrozbahî li Tugbad Şuan Ereb kir ji bo xebatên wî yên bi bandor di bicihanîna yasa û rêziknameyan û parastina aramî û ewlehiyê li Hewlêrê. Her wiha, wî ji Mihemed Baqir re serkeftin xwest di erkên wî yên nû de.

Di heman demê de, piştgiriya Wezareta Karên Hundir, Parêzgeha Hewlêrê û Rêveberiya Giştî ya Polîsan ji bo Rêveberiya Polîsên Hewlêrê hate diyarkirin, bi armanca bicîhkirina qanûnan, parastina ewlehî û aramiyê, û dabînkirina ewlekariya welatiyan li bajêr.

 

Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.