Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, di Gulana 2025an de, 3 girtiyên Kurd li bi destê rejîma Îranê ve hatin bidarvekirin, lê nûçe di medyayên hikûmetê de nehatine belavkirin:

Yasir Celîliyan, xelkê bajarê Kirmaşanê, roja 20ê Gulanê li Girtîgeha Navendî ya Kirmaşanê bi tohmeta “kuştina biqest” hate bidarvekirin.

Yûsif Îsmeîlî, 38 salî, bavê 2 zarokan, xelkê bajarê Serdeştê, roja 20ê Gulanê li Girtîgeha Navendî ya Bender Ebasê bi tohmeta “qaçaxçitiyê” hate bidarvekirin. Hat ragihandin ku Yûdif Îsmaîlî 3 sal bûn bê hevdîtina malbatê girtî bû, û biryara wî bêyî erêkirina Dadgeha Bilind hate cîbicîkirin.

Murad Delayî Mîlan, bavê 7 zarokan, xelkê gundê Mescidlû yê bajarê Makûyê, roja 26ê Gulanê li Girtîgeha Navendî ya Makûyê bi tohmeta ”madeyên hişbir” hate bidarvekirin.

Rayedarên Îranê daxuyanî nedane.

 

 

 

Ev nivîs 551 car hatiye xwendin.