Serok Barzanî pêşwazî li Xemîs Xencer

Serok Barzanî pêşwazî li Xemîs Xencer

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulanê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada Şêx Xemîs Xencer kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku Serok Barzanî û Xencer, mijarên siyasî yên dawî gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de guftûgo li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de hate kirin û herdu aliyan ronahî xistin ser geşedanên dawî yên li herêmê.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.