Şewat li bîreke petrolê ya li Dîyarbekirê derket!

PeyamaKurd - Heşt kesên ku di şewata bîreke petrolê ya li Dîyarbekirê de birîndar bûn, tên dermankirin.
Şeva din li cihê bîreke petrolê ya Uçtepe-1, ku ji hêla Turkish Petroleum International Inc. (TPIC) ve tê xebitandin, li ser rêya Dîyarbekir-Batmanê agir derket. Sedema wê hîn jî nayê zanîn.
Piştî bangê, tîmên bijîşkî yên acîl, dezgeha agirkujiyê û cenderme şandin cihê bûyerê. Di şewatê de heşt kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Bi awayekî cuda, hat ragihandin ku karmendên meydanê bi girtina valva petrolê rê li ber belavbûna agir girtin.





