Di merasîma cenazeyê xwe de axivî û bersiva pirsan da!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku jineke çalakvana Holokostê ya li bajarê Nathingham a Brîtanyayê 29ê Tîrmehê miriye û bi rêya teknolojiya hologram a zîrektiya çêkirî jî beşdarî merasîma cenazeyê xwe bûye.
Li gorî nûçeya BBCyê jina bi navê Marina Smith, bi rêya holograma ku kompaniya kurê wê bi teknolojiya zîrektiya çêkirî amade kiriye, beşdarî merasîma cenazeyê xwe bûye û axaftinek kiriye. Marina Smith herwiha bersiva pirsan jî daye.
Kurê wê Dr. Stephen Smith, gotiye ku bi rêya wê teknolojiyê diya wî kariye bersiva pirsên derbarê jiyana xwe de bide.
Hat zanîn ku beriya Marina Smith, wefat bike vidyo û dengên derbarê jiyana wê jînenîgariya wê de hatine tomarkirin û bi rêya teknolojiya zîrektiya çêkirî jî di merasîmê de hatine pêşkeşkirin.
Dr. Stephen Smith yek ji şirîkê kompaniya StoryFile ya li Los Angeles a Amerîkayê ye û ew bernameya zîrektiya çêkirî jî bi mebesta veguhestina çîrokên rizgarbûyên Holokostê sala 2017an hatiye danîn.
Ev nivîs 210736 car hatiye xwendin.